RAMAN

Xwandekarên Kurdên Sûryê
li Elmanye

XWENDEKARÊN KURD BIRYARA XEBATÊN HEVBEŞ DAN

Komeleyên xwendekarên kurd ên li Almanyayê doh bi banga komeleya xwendekarên kurd li Hannoverê Zanîn û komeleya xwendekarên Kurd li Braunschweigê KURD-SUN doh lihev civiyan. Civîn li zanîngeha bajarê Hannoverê saet di 15`an de bi beşdariya nûnerên KSU, RAMAN, ZANIN, KURDISTAN AG, KURD-SUN, KSG, KOMEZDI, YXK pêk hat. Ji bilî nûnerên komeleyan wekî din gelek xwendekarên ku dixwazin beşdarî xebateke hevbeş bibin, tevî civînê bûn.

Nûnerên komeleyên xwendekarên kurd ên li Berlin, Osnabruck û Frankfûrtê jî tevî civînê nebûn, lê belê peyamên xwe ji civînê re şandin û diyarkirin, ku ew jî ji bo xebatên hevbeş amade ne. 

Di civînê de pêşî nûnerên komeleyên xwendekaran derbarê xebatên xwe de agahî dan û paşê li ser xebatên hevbeş, projeyên hevbeş, koordînekirina xebatên xwendekaran li Almanyayê gotûbêj hatin kirin.
Paşê li ser pêşniyarên hatin kirin, danûstandin pêk hatin. 
Di encamê de biryar hat girtin, ku xwendekarên kurd di mijarên weke berjewendiyên netewî de bi hev re tevbigerin. Xwendekar wê hewl bidin ku der bare mijarên civakî, olî, ziman, çand û netewî de helwestên hevbeş bigrin. Ji bo mijarên siyasî yên xwendekar der barê wan de lihev bikin jî, helwesteke hevpar wê were nîşandan.

Di vê çarçoveyê de komeleyên xwendekarên kurd ên li Almanyayê wê rojên pêş derbarê bombekirina başûrê Kurdistanê ya ji aliyê balafirên Tirkan ve daxuyaniyeke hevbeş belav bikin. Dîsa mijareke din a gotûbêjan ew bû, ku xwendekarên wê çewa bikaribin lobiya kurd li Almanyayê bikin. Ji bo vê yekê pêşniyar hatin, ku piştî xwendina xwe xelas bikin jî xwendekarên kurd xebata xwe ya bi hev re berdewam bikin û lewma jî saziyan ji niha ve damezrînin. Di civînê de herwiha biryar hat girtin, ku salê carekê nûnerên komeleyên kurd lihev bicivin û Zanîn vê yekê organize bike.

Hêjayî gotinê ye, ku yekem car civîneke ewqasî berfireh ya bi beşdariya nûnerên tevahiya komeleyên xwendekarên kurd pêk hat.

Êvarî jî bi beşdariya hunermend Zubêr Salih û Koma Bira şahiyek hat lidarxistin.