RAMAN

Xwandekarên Kurdên Sûryê
li Elmanye

Kîne em ?


Navê me RAMAN e. RAMAN Komala Xwendekarên Kurdên Sûryê lê Elmanye ye. Hamu Endamên me Xwendekarên ê ko li zanîngeha Bonn û derdora wê dixwînin. Em dikarin bi kurt bînin ser Ziman, ku RAMAN Çavkaniyê raghandine ye.

Karê me konkirêt ciye?

- Têkiliyê bi xwendekarên Kurd yên li zangoyên din li Elmanya û li derveyî Elmanya hene, cêdikin.
- Karê me li Bonn ê ewe, ko em alîkariya xendekarên nû bikin û li hemû deran bikevine pêsiya wan û derên ji wanre girîng pês wan bikin.
- Alîkariya me ji wanre ewe jî, ko ew çawa dest bi xwendinê bikin û ka ew wê li ku û çawa dest bi xwendina zimanê almanî bikin.
- Problêmên xwendekarên nû tên Elmanya gelek in, ji wan yek jî ewe, ka ew ê li ku xaniyk bibînin û ji wê girîngtir, ew ê çawa karekî bibînin. Li heger ew xwendekarên Kurd têkiliyê bi mere cêkin, em ê çareyekê ji Problêmen wanre ber bi ber bibînin.
- RAMAN ne bes vê dike, lê cihên gerê û derketinê jî pês wan dike, ji berko hema herdem xwendin jî ne tu rewse.
- Keç û xortên nû hatine Elmanya jî karin di warê xwendinê de alîkariya me bixwazin, eger ko ew di pêserojêde dixwazin di zangoyê de bixwînen.
- Eger keçeke an jî xortekî ji kurdistana sûryê dixwazê li Almanya bixwîne, ew karê têkilî tev me bike û alîkarî bixwaze.
- Eger te xwendina Bakalorya an jî Zango kiriye û tu dixwazê xwendina xwe li Almanye berdewam bike, Xwendekarên Kurdên Sûryê li Almanya (RAMAN)alîkariya te dikin.

Her Xwendekarek ê Pirsên xwe li ser Xwendinê anjî li ser Jiyana Xwendekaran li Elmanya heye, ew dikarê di her demêkî di berî xwe ber me bike. Aha tiştê ko ji wî tê xwestin ewe, ko ew e-maileke ji mera bişîne û têkilî bi mera bike.